‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin 2025-11-12 16:02:03 ENQERE - Selçûk Mizrakli bi sedema ku dema înfaza cezayê wî ketiye bin salekê, ji bo tehliyeyê serlêdan kir. Serlêdana Mizrakli hate redkirin.    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û piştre hatibû girtin, bi sedema ku înfaza cezayê wî daketiye bin salekê, ji bo tehliyebûnê serlêdan kir. Mizrakli, di 4’ê Îlonê de ji bo derbasî girtîgeh vekirî û ji mafê berdana bikontrol sûd bigire, serlêdan kir. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, ev daxwaza Mizrakli di 8’ê Îlonê de nirxand. Lijneyê, bi hinceta “Dema li saziya me tu îfadeyên ku ji rêxistinê qut bûye nedaye” ev daxwaz red kir. Mizrakli, çendek roj berê jî di heman çarçoveyê de serlêdan kir.    Li ser vê yekê lijne dîsa civiya û bi heman hincetê serlêdan dîsa red kir. Parêzerê Mizrakli, Şerîf Eltîmûr îro bi Mizrakli re hevdîtin kir û da zanîn ku daxwaza tehliyeyê ya Mizrakli dîsa hatiye redkirin.