TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da 2025-11-09 13:31:38 NAVENDA NÛÇEYAN - TJA’yê starta çalakî û xwepêşandanên 25’ê Mijdarê da. Di daxuyaniyên hatine dayin de wiha hate gotin: “Heta em jiyaneke wekhev, azad û aştiyane ava dikin dê li qad û kolanan bin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA), starta çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de ku dê bi dirûşma “Bi civaka demokratîk re ber bi jiyaneke azad a bêtundî ve” li dar bixe, da.    ÊLIH      Jinên ku li Kolana Hunerê ya Êlihê hatin gel hev, starta çalakiyan da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi civaka demokratik ber bi jiyana azad a bê tundî ve” hate hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Jin, jiyan, azadi” û “Cînayetên jinan polîtîk in” hatin berzkirin. Zeynep Aslan a TJA’yî di daxuyaniyê de got ku ew têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina jinan mezin dikin, tundiya li dijî jinan polîtîk e û nasnameya jinê bi hezaran salan bi rêya tundiyê di hundirê malê de hatiye girtin û jin tên qetilkirin.     Bi domdarî Zeynep Aslanê da zanîn ku her sal li seranserî cîhanê herî kêm 80 hezar jin bi tundiya mêr tên qetilkirin û got: “Li dijî jinan şerekî aşkerayî heye. Hemû avadanî bûne yek û vî şerî didomînin, her roj bi sedan jin tên qetilkirin, ji jiyanê qut dikin û rê li ber birînên xedar ên psîkolojîk û fîzyolojîk vedikin. Di nava 20 salên dawî de jî hikûmet, bi polîtîkayên dijminatiya jinan vê pergalê xurt dike.”    BANGA 27’Ê SIBATÊ     Zeynep Aslanê bi domdarî bal kişand ser Banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku ew vê pêvajoyê ji têkoşîna azadiyê ya jinan a li dijî pergala mêrê serdest cuda nabînin. Zeynep Aslanê wiha domand: “Lewre em dizanin ku şerî, li vê xakê herî zêde jiyana jin û zarokan wêran kir. Bi hezaran jinên Kurd hatin qetilkirin, îşkence lê hate kirin, bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin kirin, milîtarîzma hatiye sorkirin bedena jinê, keda wê, nasnameya wê hedef girt.”    Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî di daxuyaniyê de got: “Êrişên sîstematîk ên dewleta nêrza yên li dijî gel, jin û zarokan di tevahiya dîrokê de berdewam kirin. Çiqas êriş bikin dê ewqas jî berxwedan hebe. Jin tên qetilkirin, zarok rastî tacîz û tecawizê tên. Duh li febrîqeyê jinan û 4 zarokan ji ber terkexemiyê jiyana xwe ji dest dan. Beriya niha bi çend caran li vê febrîqeyê hişyarî hatin kirin lê tevdîr nehatin girtin û komkujî çêbû. Tişta aqilê dewleta mêr hêjayî jin û zarokan dibîne, ev e. Avakirina aştiyê peywira me tevan e. Em pêvajoyeke jin pêşengtiya wê dikin dijîn. Di vê pêvajoyê de tundiya mêr a li Kurdistanê roj bi roj zêde bû. Li Kurdistanê bi ser malekê de tê girtin û 4 kes tên qetilkirin. Pêşiya wesayîtan tê girtin û mirov tên qetilkirin. Ev, zîhniyeta dewletê ye. Em ê li dijî vê zîhniyetê têbikoşin. Ji bo avakirina civaka demokratîk divê her kes tişta dikeve ser milê xwe bike. Qeyûm jî tundiyekî dewleta mêr e. Bêkariya ciwanên me dijîn tundî ye, fihûş, tiryak tundî ne. Dê têkoşîna me ya li dijî vê tundiyê bidome.”    Piştî axaftinan, jin bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî”, “Jin şer naxwaz e, aştiyê dixwaz e” û “Destê ji bo jinê radibin bila bişikên” ber bi Rêxistina DEM Partiyê ve meşiyan.    MÊRDÎN       Li Dêrik a Mêrdînê jî jinan starta çalakiyan bi meşê dan. Jinên di têketina navçeyê de hatin gel hev, bi pankart û dovîzan dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Kuştina jinan polîtîk e” û “Bijî berxwedana jina” hatin berzkirin. Meş, heta navenda navçeyê domiya. Daxuyanî, ji hêla endama TJA’yê Eylem Amak ve hate xwendin.   Eylem Amakê da zanîn ku her sal li seranserî cîhanê bi hezaran jin tên qetilkirin, di sala 2024’an de li Tirkiyeyê 452 jin û di sala 2025’an de jî heta niha 391 jin hatine qetilkirin. Eylem Amakê got ku li dijî tundiya mêr-dewletê, ew jiyanê, aştî û azadiyê diparêzin. Eylem Amakê got ku tundiya pergala mêrê serdest ne tenê li malê lê li qadan û di her qadên jiyanê de bi awayekî rêxistinî didome. Eylem Amakê got ku polîtîkayên necezakirinê yên dewletê rê li ber zêdebûna tundiyê vedikin, dê jin li dijî vê tundiyê û polîtîkayên şerê taybet serî netewînin, têkoşîna azadiyê ya jinan jî têkoşîna azadiyê ya gelan e.    Hevşaredara Dêrikê Songul Ozbahçecî jî got ku dê jinan bi tenê nehêlin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîrê jî got ku dê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên dewletê mezin bikin û li her qadê bi berxwedana jinan azad bibin.    Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîzê jî bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got ku “Jin dê hem pêşengtiya azadiyê hem jî ya civaka demokratîk bikin.”    RIHA   Li navçeya Curnê Reş a Rihayê jî starta çalakî û xwepêşandanan hate dayin. Daxuyanî, li pêşiya dara jiyanê ya li gundê Fikê hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi civaka demokratîk re ber bi jiyaneke bê tundî ve” hate hilgirtin. Her wiha wêneyên jin û zarokên ji ber tundiya mêran jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin.     Aktîvîsta TJA’yê Başak Saridal daxuyanî xwend û ew li dijî şerên pergalê, bi felsefeya “jin, jiyan, azadî” têkoşîna xwe ya rizgariyê mezin dikin. Başak Saridalê got ku li dijî qirkirina jinan ew li her qadê xwe birêxistin dikin û jiyanê jinûve ava dikin. Başak Saridalê got ku dê têkoşîna wan bidome, dê li dijî her cureyên êrişên li dijî av, ax, xweza û civaka xwe derkevin û dê bi berxwedana xwe jiyaneke wekhev, bê tundî û azad ava bikin.”