Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin 2025-11-07 16:21:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku di meha Cotmehê de li Îranê 217 kes hatine bidarvekirin. Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, di meha Cotmehê de 217 kes hatine bidarvejkirin. Di nava kesên hatine bidarvekirin de Efxan, Ereb, Beblûc û Kurd hene. Hat destnîşankirin ku kesên hatine bidarvekirin jê 6 kes jin in. Herwiha li gorî raporê, ev hejmar din ava 25 salan de rêya herî bilind a mehane ye. Di deh mehên sala 2025’an de 271 kes hatine bidarvekirin.   Rêxistinê ji bo Îran bidarvekirinan rawestîne banga raya navneteweyî kir.    Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmood Amiry-Moghaddam, got: Komara Îslamî ya Îranê, ne adila ne ye û bi awayeke sîstematîk girseyî mirovan dikuje. Civaka navneteweyî û dewletên ku têkiliya wan bi Îranê re hene divê rawestandina Îranê erka wan a lezgîn be.”