Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî 2025-11-07 11:39:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Bajarê Annecy a Fransayê, ji ber têkoşîna wê ya edalet û azadiyê, hemwelatiya rûmetê da xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî.  Li bajarê Annecy a Fransayê, di çarçoveya “Meha Hevgirtinê” de, hemwelatiya rûmetê ya bajêr da çalakvana mafên mirovan û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî. Xelat, ji ber têkoşîna Nêrgiz Mihemedî yên parastina edalet, azadî û rûmeta mirovan hate dayin.    Li ser navê Nêrgiz Mihemedî, kurê wê Elî Rehmanî û hevjînê wê aktîvîstê mafên mirovan Taghi Rehmanî xelat wergirtin.    Weqfa Nêrgiz Mihemedî jî têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Weqfa Nêrgiz Mihemedî vê hewldana hêja bi kêyfxweşiyeke mezin pêşwazî dike û vê yekê mîna nîşaneyek piştgiriya gerdûnî ya ji bo mafên mirovan a li Îranê û Nêrgiz Mihemedî jî di nav de xebata aktîvîstan a ji bo parastina edalet, azadî û rûmeta mirovan dibîne. Em wek Weqfa Nêrgiz Mihemedî, bi dilgermî spasiya rayedar û gelê Annecy dikin û peyama zelal a hevgirtinê ya gelê Annecy û şaredarê rêzdar a bi aktivîstên mafên mirovan re li Îranê bi awayekî kêfxweş pêşwazî dikin.”