Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e 2025-11-07 11:35:37  ENQERE – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê, diyar kir ku divê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike û gor: “Ji bo danîna çekan û mayîndekirina pêvajoyê ev yek divê bê kirin.”   Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiyê civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) nirxand. Ayşegul Doganê bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMM) ya derheqê Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û diyar kir ku ev biryar ji bo siyasetmedarên din jî emsal e û ev tişt got: “Me gotibû ev doza tolhildanê ye. Aliyekî vê yê ku bi hiqûq an bi darazê ve bêravekirin tune. Li vir ne sûc ne jî guman heye. Tiştek tune. Ev hefhilanînek siyasî ye. Îro rewşa ku hiqûq, siyaseta hindur û qenaeta civakê çi dibêjê? Ev yek gotina me piştrast dike.” ‘ÇI TÊ PAYÎN’ Ayşegul Doganê bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Dadê Yilmaz Tunc a piştî biryara DMM’ê û wiha pê de çû: “Li ser gotina wî re roj derbas bûn. Ji bo tehliyeyê li benda çi ne? Ji bo çi nayê tehliyekirin? Bi salan in biheq û bêhiqûq tên hefskirin. Ev dozeke siyasî ye û ji aliyê siyasetê ve jî talimat çûye ji wan re. Em aşkera dibêjin em ê vê veneşêrin. Mixabin li vî welatî daraz bi talîmatên siyasî ve birêve diçe. Heta îro wiha bû.” ‘DIVÊ EDALET BÊ CIHBICÎKIRIN’ Ayşegul Doganê, diyar kir ku divê edalet bê cibicîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “A kut ê payîn bicihanîna edaletê ye. Divê ji edaletê hêvî geş bin û bi siyaseta demokratîk re hevrûbûnek çêbe. Em edaletê bi hevrûbûnê ve dikarin misoger bikin. Normalîzebûna Tirkiyeyê û avakirina aştiya civakî bi hiqûqê ve pêkan e. Êdî wijdan jî dibêje tu hukmê vê dozê nîne.”  ‘PEL NALEVE’ Ayşegul Doganê, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kongreya PKK’ê, merasîma çekşewatê û vekjîna ji Tirkiyeyê û anî ziman ku demeke dirêj li ser van gavan re derbas bûye û lê gaveke qanûnî nehatiye avêtin û wiha pê de çû: “Ewqas gav hatin avêtin lê hêj pel neliviyaye. Divê gavên şênber di pratîkê de bên avêtin. Niha çi bûye? Xebatên hiqûqî çi ne? Raya giştî nizen. Em nizan. Divê komîsyon bicive.” TÊKILIYA RASTE RAST Ayşegul Doganê, bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê û ya Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan yên ji bo guhdarîkirina her aliyan û got: “Ji bo çi heta niha komîsyon ji vê rojeva ku her kes li serê diaxive, dinirxîne nacive û nanirxîne. Ji bo ç idi vê yekê de ewqas bi israr e. Rêzdar Ocalan ne tenê rêberê damezrîner ê PKK’ê ye. Em qala rêbertiyeke xurt dikin. Niha di mercên dijwar de li gorî çarçoveya xweş û biratiyê, li ser esasê hiqûqî pêvajoyeke stratejîk birêve dibe. Komîsyon, bêyî ku aktorê esasî bêgudharkirin û fikrên wî bêpirsîn dê û derfetên ragihandinê bên cih dê rawestandina xwe bidomîne? An ji bo pêşxistina pêvajoyê dê gavên bicesaret bên avêtin?”  ‘DIVÊ DESTHILAR HELWESTA XWE AŞKERA BIBÊJE’ Ayşegul Doganê, destnîşan kir ku divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me gotibû ku divê berpirsiyariyê li xwe bigirin û bicesaret bin. Em vê bandê dubare dikin. Divê komîsyon vê rojeva ku her kes nîqaş dike bixe rojeva xwe. Divê partiya desthilatdar, helwesta xwe aşkera bibêje. Divê îradeya siyasî bicesaret gav biavêje. Niha dema guhdarîkirina li rêzdar Abdullah Ocalan e. Ji bo danîna çekan û mayîndekirina pêvajoyê ev yek divê bê kirin.” Ayşegul Doganê, anî ziman ku divê mercên Abdullah Ocalan bên guhertin û serdana komîsyonê ji bo Îmraliyê hêvî dikin.