Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin 2025-11-06 09:07:41 QERS - Prof. Dr. Yusuf Gunerhan der barê pêvajoyê de fikarên xwe anî ziman û got: "Divê em weke civak di nava piştevaniyê de bin. Divê em ji bo serkeftina pêvajoyê hewl bidin û bixebitin.” Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 30'yê Cotmehê de li Qersê "Civîna Gel û Baweriyan" bi beşdariya Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan li dar xist. Nûnerên gelên Terekeme, Çerkes, Kurd û Tirk û baweriyên Caferî, Misilman û Xiristiyan hatin cem hev. Profesorê Beşa Zanistên Tibî yên Cerrahî li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kafkasê, Doktor Yûsûf Gunerhan ê ku beşdarî civînê bû, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû ji ajansa me re nirxand.   ‘EM JIYANA HEVPAR DIJÎN’                Gunerhan ê ku bi eslê xwe Karapapak (Terekeme) ye, destnîşan kir ku ew bi rêzdarî pêşwaziya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike û bal kişand ser cihêrengiya gel û baweriyên li bajêr. Gunerhan, ev tişt got: “Li Qersê tu Terekemeyek nîn e ku xizmê wî Kurd nebe. Heman tişt ji bo Kurdan jî derbasdar e. Li Qersê tu Kurdek nîne ku xizmê wî Terekeme, Azerî an jî Tirk nebe. Mesela dayikên min ji gundê Çêrmûgê ye. Metên min bi Kurdan re zewicîne. Zarokên metên min Kurd in. Xwişkên min bi Kurdan re zewicîne. Em bi hev re dijîn. Pêkenokên me yên hevpar, çîrokên me yên hevpar, tiştên me yên hevpar hene. Em jî bi vê serbilind in. Xizmtî tê wateya xweş û biratiyê, tê wateya piştevaniyê. Divê ev ji bo tevahiya Tirkiyeyê bibe mînak. Li vir hemû gel dikarin di nava aştiyê de bi hev re bijîn.”   ‘RÊGEZÊN DEMOKRATÎK NAYÊN BICIHANÎN’    Gunerhan bal kişand ser kevneşopiya “kirîvatiyê” ya li bajêr û wiha pê de çû: “Em wekî bira ne bi kirîvên xwe re. Em her dem hev weke bira dibînin û nêzî hev in. Ez bi hêvî pêşwaziya pêvajoyê dikim û ji dil dixwazim ku serkeftî bibe. Lêbelê hin fikarên min hene. Hemû beşên civakê nayên vehewandin. Qanûnên demokratîk nayên bicihanîn. Hîn jî kêfîbûn heye. Hîn jî komplo hene. Pêwîst e em nîqaşên civaknasî yên vê bikin. Kesên ku ji desthilatê sûd werdigirin, vê dikin. Kesên ku dibêjin ‘erê, bila mirov bi hev re mijûl bibin. Ez jî desthilatdariya xwe bi rehetî bi rêve bibim. Derfetên desthilatdariyê hemû yên min bin. Yên din jê parê nestînin’ vê dikin.”   ‘DIVÊ EM JI BO SERKEFTINA PÊVAJOYÊ HEWL BIKIN’   Gunerhan fikarên xwe yên derbarê pêvajoyê anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez dixwazim di vî warî de rasteqîn bim. Ger şefafî hebe, pêvajo dê bi ser bikeve. Lê ger nîyeta xerab hebe, ger bazarên veşartî hebin, fikara min hene ku em ê nikaribin bi ser bikevin. Divê em wekî civak di nava piştevaniyê de bin. Divê hestên me yên xweş û biratiyê giran serwerbin. Divê em ji bo serkeftina pêvajoyê hewl bidin û bixebitin.”   MA / Omer Akin