ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2025’AN 2025-11-05 09:00:17   * Serokê Konseya Çerkesya ya Yekbûyî akademîsyen Balkar Sekçuk Baglar, bal kişand ser pêvajoyê û got: "Li gorî fikra min, ev pêvajo ji bo avakirina welatekî demokratîk ê piralî û ji nêzikatiya tekparêz û neteweperest dûr, firsend e."   * Cenazeyê endamê HPG'ê Kemal Selîmî yê ji rojhilatê Kurdistanê ye û 5 sal berê li Şirnexê di encama êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, ev 5 sal in bi îdiaya, "cenaze tune ye" cenazeyê wî nadin malbatê.   * Endamê Awazê Çiya Delîl Demhat ê ku bi awazên xwe jiyana "çiya" digihîne civakê, got: "Ferdbûn dide windakirin, divê em di hunerê de komunalîteyê esas bigirin." Demhat, da zanîn ku ew dixwazin bi beşdariya Abdullah Ocalan pîrozbahiyeke mezin li dar bixin û got, "Ew roj ne dûr in."   * Zêdebûna enflasyona ku encama krîza aborî ya li Tirkiyeyê ye, li Wanê kirêdaran û welatiyên ku dixwazin xanî bikirin mexdûr dike. Welatiyan diyar kirin ku di sala nû de wê zamên nû werin û gotin ku êdî kirîna xanî bûye xeyal.   * Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku meclis a ku yek ji faktorên herî mezin ên derketina holê ya pirsgirêka Kurd e, divê di warê çareseriyê de roleke pêşeng bilîze û got: "Qanûnên entegrasyonê yên ku bên amadekirin jî, divê li gorî hewcedariyan bin."   * Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî, li beşa çavdêriya awarte didome.    * DEM Partî dê bi boneya sala 9’emîn a Derbeya Siyasî ya 4’ê Mijdarê li pêşiya Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyê bide. (13.30)   * DEM Partî dê ji bo siyasetmedarên ji Doza Kobanê girtî li pêşiya girtîgehên Edîrne û Kocaeliyê daxuyaniyê bide. (14.00)