Bakirhan: Hewceye komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike 2025-11-04 15:38:29   ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Divê komîsyon tavilê biçe Girava Îmraliyê û yekser bi muxatabê pirsgirêkê re hevdîtinê bike. Divê demildest li birêz Ocalan guhdarî bike.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, piştî civîna heftane ya koma partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand.    Bakirhan, ji bo pirsa têkildarî gotina Devlet Bahçelî ya der heqê Selahattîn Demîrtaş de wiha got: “Em spasiya Bahçelî dikin. Gelek rast gotiye. Di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, divê hemû kesên ji Doza Kompasê ya Kobanê tên darizandin bên berdan.”    PIRSA TÊKILDARÎ KOMÎSYONÊ   Ji bo pirsa têkildarî çûna komîsyonê ya Girava Îmraliyê jî Bakirhan wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka sed sal in didome, hewceye komîsyon tavilê biçe Girava Îmraliyê û yekser bi muxatabê pirsgirêkê re hevdîtinê bike. Hewceye komîsyon demildsest biçe û li birêz Ocalan guhdarî bike.”    Bakirhan, ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re jî got ku hevdîtin hatiye kirin, gelek sernav hatine nîqaşkirin û îxtîmaleke mezin rewşa heyî jî pê re hatiye ragihandin.    HEVDÎTINA BI BAHÇELÎ RE   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin jî pirsa têkildarî îxtîmala vegera wî ya li ser peywira xwe berxivand û got ku niha tiştekî zelal nîne û daxwaza wan heye ku di rojên pêş de bi Devlet Bahçelî re hevdîtinê bikin.