Rojnameger Kadrî Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn 2025-10-29 14:04:33 AMED - Rojnameger Kadrî Kaya di sala 7’emîn a wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.   Rojnameger û Mamosteyê Çapemeniya Azad Kadrî Kaya, di sala 7’emîn a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê ya Amedê hat bibîranîn. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK Basin-Îş jî di nav de gelek rojnameger tev li bîranînê bûn.    Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevalê xebatê yê Kaya, Nûnerê DÎSK Basin-Îş’ê yê Herêmê Hakki Boltan di bîranînê de got: “Ez Mamoste Kadrî silav dikim. Mamoste ne tenê rojnameger bû, di heman demê de pêşengê rojnamegeriya me bû. Em minetdarên wî ne. Mirov dikare şopa wî di her nûçeyên me de, di jiyana me de û di her tiştekî de bibîne.”    Piştre jî hevala Kaya rojnameger Dîcle Muftuoglû axivî û got: “Mamoste Kadrî ji bo her kesekî mamoste ye. Ne tenê ji hêla pîşeyî vê lê bi sekna xwe rê nîşanî me da. Baweriya wî ya bi heqîqetê û nêrîna wî ji me re bû rêber. Ne tenê bi gotinên xwe, bi pratîka xwe jî nîşanî me da ku baweriya bi îdeolojiyekê ne tenê bi şiklî dibe lê hewceye mirov wê bijî. Em her roj nebûna wî bêhtir hest dikin. Weke hevrê û mamosteyekî di tevahiya jiyana xwe de nîşanî me da bê heqîqet çiqasî girîng e. Em di ronahiya nirxên wî afirandî de dimeşin û soz didin ku dê vê meşê bidomînin.”    Herî dawî jî beşdaran çîçek danîn ser gora rojnameger Kadrî Kaya.