HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye 2025-10-22 12:54:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku Tirkiye weke “gef” nîşan dide, bi tecrûbeya xwe ya 10 salan û şêwazê rêxistiniya xwe, hêza herî girîng e ku di jinûveavakirina Sûriyeyê de rol dilîze.    Tirkiye, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi demê re vedihêle û li hemberî gavên aliyê Kurd diavêje jî tu gavên şênber naavêje. Tirkiye, ferz dike ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) were bêçekkirin lê ev daxwaz û rastiya li qadê hev nagirin. HSD’ê di pratîka xwe ya heta niha de îspat kir ku ji bo Tirkiye ya bi hinceta “gefê” êrişan dike “gef” nîne. Lêbelê Tirkiye dîsa jî biisrar HSD’ê jî weke parçeyeke PKK’ê îdia dike û hewl dide di nava hêza leşkerî ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de bihelîne.    Di navbera Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmet El Şara de Mitabeqeta 10’ê Adarê hate îmzekirin lê hêj neketiye meriyetê. Li gorî peymanê, diviyabû bi sedhezaran kesên ji ber êrişên Tirkiyeyê ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koç kirin dîsa vegerin warên xwe. Tevî vê xala peymanê jî tekane hedefa Şara û Tirkiyeyê bû ew ku HSD’ê bêşert tev li Artêşa Sûriyeyê bikin. Di heman demê de ji Rêveberiya Xweser dixwazin ku bêyî şertekî deyne holê qadên çavkaniya aborî radestî hikûmeta demkî bike.    HSD ku Tirkiye hewl dide weke “gef” nîşan bide, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ne tenê weke hêzeke leşkerî derket holê. Di heman demê de weke qada têkoşîna hevpar a gelan û modela neteweya demokratîk a ku îstîqrar li herêmê vegerandî jî ava kir.    Di serdemeke ku DAIŞ mîna ewrên reş li Rojhilata Navîn belav dibû û ji hêla hêzên hegemon ve dihat mezinkirin de, HSD di 10’ê Cotmeha 2015’an de weke hêviyekê damezirandina xwe ragihand. Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Çerkes û gelek miletên din di bin sîwana wê de hatin gel hev, fikra pêkvejiyanê bi awayekî şênber nîşan dan û di navbera pêkhateyên îxtîmala di navbera wan de pevçûn derkevin de jî hevsengiyek ava kir.    HSD, bêyî ku xwe bispêre hêzên derve, li ser zemîna yekitiya gelan derket holê. Di serdemeke ku îktîdarên navendperest yek bi yek hildiweşiyan de ji bo parastina sivîlên Sûriyeyê û ji bo dagirtina valahiya ewlehî û îdarî weke sîwaneke hevgirtinê derket holê.    JI PARASTINÊ BER BI HEBÛNÊ VE     Şerê Kobanê, di mijara avakirina HSD’ê û dîroka herêmê de qonaxeke diyarker e. Hêzên bi pêşengtiya Kurdan, bi derfetên pir bisînor û kêm li dijî hêza mezin a DAIŞ’ê li ber xwe dan, bajar veguherandin sembola berxwedana kûrewî. Ev, bû hêza cewherî ya HSD’ê.    Di nava van pevçûnan de disiplîn, plansazî û doktirîna şer teşe girt. Ji Kobanê heta ber bi sala 2019’an dema kelehên dawî yên DAIŞ’ê dihatin hilweşandin de yek j operasyonên leşkerî yên herî hesas ên dîroka hemdem a Sûriyeyê biencam bûn. Şerên stratejîk ên ber bi Minbic, Reqa, Dêra Zor û Baxozê hatin jiyîn. Tekane armanca HSD’ê ya li herêmê ne ew bû ku DAIŞ’ê ji hêla leşkerî ve têk bibe lê di heman demê de bû deriyê avakirina modeleke biîstîqrar ê îdarî û ewlehiyê jî.    NAVÊ ÎSTÎQRARA LI HERÊMÊ     Nêzî sed hezar leşkerên jin û zilam ên HSD’ê hene. Tişta HSD’ê ji kom û avadaniyên din ên Sûriyeyê cuda dike jî, ji kombûna hestiyarî û demkî zêdetir, xwedî tevgerîneke hevgirtî û rêvebirinê ye. HSD, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku zêdetirî 10 sal in didome de berevajî rêxistinên din, di encama tecrûbeyeke bi salan de ava bû û veguherî hêzeke biorganîze ya xwe dispêre hiyerarşî û îdarî.    HSD’ê, avadaniya xwe bi pergaleke perwerdeyê ya xwedî disiplîn ava kiriye. Li bajarên rizgarkirî jî derfet da xelkê bajar ku ew xwe bi xwe birêve bibin û rê li ber alozî û binpêkirinan girt.    Li gelek herêmên Sûriyeyê di navbera koman de şerê dabeşbûn û serweriyê tê jiyîn lê li herêmên di bin ewlehiya HSD’ê de hevsengiya ewlehî û demokrasiyê hatiye parastin.    Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bajar û meclisê herêmî, bi nûnertî, piranîparêz û mekanîzmaya venêrînê ya hesabê dide re veguherî pergaleke ku gel di rêveberiya wê de cih digire. Tevî zehmetiyên ewlehî û aboriyê jî, bi tecrûbeya xwe ya rêveberiyê re qadeke herî biîstîqrar a li Sûriyeyê afirand.    Di demeke hêzên biyanî li Sûriyeyê ketine nava lêgerînên kontrolkirinê de HSD, derfeta avakirina modeleke rêveberiya herêmî pêşkeş dike. Bi pergala hatiya avakirin re feraseta ne ji jor ber bi jêr ve lê ji gel ber bi jor ve; ne ji navendan ber bi herêmê ve lê ji herêman ber bi navendê ve hate xurtkirin.   HSD ku Tirkiye her tim weke hedef nîşan dide, di serdema rejîma Esad de Rûsya pragmatîk nêz dibûyê û hewl da li dijî DYA’yê weke hêmayekê bazariyê bi kar bîne. DYA jî her çend di şerê li dijî DAIŞ’ê de piştgiriya leşkerî dabe HSD’ê jî, her tim ji bo parastina wê ya ji gefên herêmî xwe paşve da. Lewma jî tevî ku HSD hêzeke girîng ê herêmê jî ye jî dikin hedefa Tirkiye, HTŞ û hwd.    ROLA WÊ YA DI AVAKIRINÊ DE   HSD, her çend weke hêzeke leşkerî û artêşeke gel bi hev re tê de cih digirin hatibe bicihkirin jî, şêweyê wê yê rêxistiniyê yê îdeolojîk, di çarçoveya Sûriyeya westiyayî de projeyeke neteweyî ya divê jinûve bê pênasekirin e. HSD, bi hevsengiya di navbera berxwedan û avakirinê çêkirî re, modeleke ne li ser zemîna tirs û dabeşbûnê hatiye avakirin lê modeleke li ser edalet, curbicurî û hemwelatiya wekhev hatiye avakirin û dikare bibe kakila Sûriyeya nû pêşkeş dike.    MA / Erdogan Altan