Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin 2025-10-20 14:41:48   ENQERE - Rojnameger Huseyîn Aykol ku piştî xwîn çûbû ser mejiyê wî hatibû entubekirin dê dîsa bê razandin.    Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin. Aykol ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê di beşa çavdêriya awarte de tê ragirtin, ev demek bû ji bo kontrolkirina refleksên wî dermanê razandinê nedihat dayin.    Bijîşkan, da zanîn ku di kezeba Aykol de enfeksiyon çêbûye û ji bo tedawiya wî bi rêk û pêk bidome, dê îro careke din razînin.    Hat zanîn ku hişê Aykol girtî ye û xetereya li ser jiyana wî didome.